SERPÊHATIYA ELO Û FATÊ

SERPÊHATIYA ELO Û FATÊ

Nivîskar: Zeynelabidin Zinar

Gelek serpêhatiyên êşnak hene ku ji ya Mem û Zînê, ji ya Ferhad û Şêrînê dilêştir in, lê belê medyaya Kurdî hay ji wan tune.

Yek ji wan jî, serpêhatiya ELO û FATÊ ye ku li bajarê Şamê rûdaye.

Mihoyê Kaşanê

Hesen Paşa û Şêxanê birayên hevûdu bûne.

Hesen Paşa paşatiya bajarê Şamê dikir, kekê wî Şêxanê jî rîspiyê meclisa bajêr bûye.

Jinên herduyan di eynî demê de welidîne, kur ji jina Şêxanê û keç jî ji jina Hesen Paşa re çêbûye. Navê kurik danîne Elo û navê keçikê jî danîn Fatê!

Demekurtek şûnde Şêxanê miriye û li gor Toreya Kurdî Hesen Paşa birazîkê xwe Elo xwedî kiriye.

Emrê Elo û Fatê kete sala pêncan, Hesen Paşa herdu zarûkan xistine medresê.

Elo û Fatê dema mezin bûne, Hesen Paşa Fatê daye Elo û karê daweta wan kiriye.

Dibêjin, Hiseynê Gêzî  û Muhoyê Qeşanê, herdu xulamên Hsen Paşa yên taybetî bûne.

Hiseynê Gêzî gotiye: Elo û Fatê herdu jî xweneda ne. Elo jî jixwe mîna kurê Paşê ye, lê heke bibe zavayê wî jî, jixwe keça wî jî xweneda ye, wê paşatî jî têkeve destên Elo û êdî em nikarin gotineke xwe ya tenê jî bi Paşê bidin qebûlkirin.

Hiseynê Gêzî gotiye Huseyn Paşa:

- Bajarê Şamê tev bihîztiye ku li Medresê Elo daîm li ser çokên keça te rûdine. Em pir li ber te dikevin…

Hesen Paşa bi wê gotinê pir aciz bûye, aqil ji serê wî çûye.

Paşê biraziyê xwe Elo aniye, Hiseynê Gêzî 40 şivên hinaran jê re anîne û pê lê xisitne heta ku Elo bûye term û wî avêtine tewleya hespan. Heftiyek şûnde jî Elo singûnê Gimgimê kiriye.

Tosin Paşayê Gimgimê, Elo xistiye mekteba leşkeriyê û piştî xwendina 13 salên li Şamê, heft sal jî Mekteba paşatiyê pê daye xwendin.

Dema payeya paşatiyê bi Elo ve kirine, wî hinartine Şamê da li wirê paşatî bike. Hevalekî wî jî ji bo Amedê hinartine ku paşatiya wirê bike.

Herdu paşa pêşî çûne Şamê. Dîtine ku Fatê şêt bûye û ketiye nava kuçe û kolanên Şamê. Li gor saloxan, ew heft sal in Fatê li kuçeyan digere û hertim dibêje Eloyê kurmamê min li kurê ye.

Dema Elo Paşa Fatê di wê rewşê de dîtiye, xeriqiye û jidil ve çûye. Lê Fatê li ber sere wî rûniştiye û bi dua û zariyan, rih bi Elo Paşa ve hatiye.

Êş û şewata van herdu ciwanan, ji ya Mem û Zînê û ji ya Tahiro û Zahirê jî, ne kêmtir e.

Xuya ye ku wê demê Şam di destên Kurdan de bûye. Lê tarîx ne diyar e.

Niha ez pirtûka vê serpêhatiyê ji bo çapê amade dikim.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser destanên kurdî yên wisa…

28/ 09/ 2023. 20:13

 

XELAT