ZEWAC ZAROK ZIMAN

ZEWAC ZAROK ZIMAN

Nivîskar û Helbestvan: Shahîn Bekir Soreklî

Di vê gotarê de, wek kesekî ku ji dema ciwaniya xwe ve li derve dijî, bi keseke ne-kurd re zewiciye û bi salan wek mamoste, perwerdekar û amojger li Sydney di kar de bûye, ez ê hewl bidim derbarê zewaca li derve, zarokan û parastina zimanê kurdî de dîtinên xwe ragihînim. Mebesta min bi “derve” her şûna li derveyê herêmên kurdî ye.

ZEWAC:  Baweriya klasîk ku ew Kurdên ji gund û bajarên xwe diçûn şûneke din ê di nav 2, 3 yan 4 salan de dîsa li warê xwe vegeriyana nema di cîh de ye. Çiqa jimarên fermî di dest de nebin jî, rastîya li holê raber dike ku pirraniya Kurdên ji warên xwe diçin der nema vedigerin. Ew hêvîkirina ku bila kesên kurd bi Kurdan re bizewicin jî sal li dû salê dijwar dibêye (Têbinî: di van salên dawîn de jimara Kurdan li hinek welatan, Almanya bo nimûne, ziyade bû û zewca Kurdan bi hev re ji berê hêsantir bû). Va dijwariya ne tenê li welatên dûr lê her weha li bajarên Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Îraqê û Îranê heye. Li van welatên dawîn hejmareke ji Kurdan bi Tirkan, Ereban û Farisan re zewicîne. Mirov dikare bibêje ku rojên îroj bi hezaran jin û mêrên kurd ê hebin ku bi kesên ne-kurd re zewicîne, ji kesên tirk, ereb û faris bigir ta yên rûs, alman, amerîkî û yên ji welatên din. Li milê din, dîsa ligel ku jimarên fermî di dest de nînin, zewaca pismam û dotmaman, yan zewaca ji xizman (merîyên xwe), di nav kurdên li derve de kêm dibêye. Bi derbasbûna demê re nifşên nû ji kesên ji paşerehên kurdî dê nema wek nifşên ber xwe ligor meraqa bav û dayan bizewicin. Bi encama guhertina demê, şûnê, rewşê û erf û toreyan ew ê bêhtir ligor mercên xwe jin û mêrên xwe bibijêrin. Temenê (u’mrê) zewacê jî hatiye, û dihêt, guhertine. Berê gellek kesên ku di 15-17 saliya xwe de dizewicîn hebûn. Li gellek welatên cîhana îroyîn zewaca bi van temenan nema tiştekî normal e, heta carine qedexe ye. Bi encama guhertina rewşê û sedemên xwe bi perwerdeyê, kar û pirsên aborî ve girêdidin gellek kes li welatên rojavayî nuha li dû temenê 25 salan dizewicin.

Şanên li holê raber dikin ku li Swêdê, Brîtanya, Australya û şûnên din ew hevgirtina di nav Kurdan de û ew “kurdîmayîna” di salên par de hebû nema êdî wek berê ye. Bi derbasbûna demê re hem welatê kevn, hem welatê nû û hem jî mirov bi xwe (pirraniya mirovan) dihên guhertin. Bi encamê gellek tişt, û yek ji wan şert û mercên zewacê jî, dihên guhertin. Ligor erf û toreyên Kurdan, malbatekê (bav, day…) keçek ji lawê xwe re “dixwazt” û bûk û zêve li dû zewacê hev dinasîn. Di rewşa îroj de ne her ciwanê/ciwana kurd, bi teybetî ger li derve be, dê vê yekê bipejirîne. Bo pirraniya wan zewac tiştekî şexsî ye û baştir e ew bi xwe bibijêrin û biryarê bigirin. Li milê din, hinek ji ciwanan dixwazin ber zewacê hev û din binasin. Gellek kurd, yên li derve jî di nav de, dê ne ligel wê yekê bin ku keça wan ber zewacê bibe “dosta” lawekî. Va yeka di salên çûnî de bûye sedema kirîzan, trajêdiyan û heta kujtina keçan, lê bixwazin-nexwazin bav û dayên kurd li derve ê bi derbasbûna demê re bihên guhertin.

Zewaca Kurdan bi kesên ne-kurd re:

Ji bo girtina biryara zewaca bi keseke/kesekî ne kurd re, hemî tiştên grîng yên din li aliyekî, bersîvên du pirsan roleke mezin dileyizin:

Pirsa 1emîn:  Gelo kesa/kesê ku tu dê bizewicî kurdbûna te û hemî encamên pê ve girêdayî dipejirîne? Ji bo mirovekî fransî, almanî yan rûsî, heye ku pirseke weha nema di vê dem û dewranê de grîng be, lê ji ber rewşa Kurd û welatê wan tê de va pirsa ji bo kesên ku dixwazin kurdbûna xwe biparêzin û ligor xwe ji bo mafên gelê xwe têbikoşin gellekî grîng e. Ger ya/yê tu bizewicî kurdbûna te û encamên pê ve girêdayî nepejirîne, va yeka dikare di siberojê de kirîz û kêşeyên mezin bi xwe re bihîne. Ji bîr neçe ku hinek ji kesên ne-kurd dikarin ne tenê kurdbûna mêrê/jina xwe bipejirînin lê her weha piştgirên, heta têkoşerên bo, mafên Kurdan bin. Ez bi xwe hinek jinên “biyanî” yên bi Kurdan re zewicîne dinasim ku ji bo Kurdan û mafên wan xebateke mezin kirine, di wê demê de ku hinek jinên kurd ji mêrên xwe yên kurd daxwaza devberdana ji karê siyasî kirine. Lê di heman demê de nahêt veşartin ku di navbera hinek mêrên kurd û jinên wan yên ne-kurd de, bi taybetî yên ji herêmên rojhilatnavînî, bi encama egerên siyasî û dilsoziya neteweyî, kirîzên mezin hatine holê. Lewma yê/ya bixwaze kurdbûna xwe biparêze û têkoşîna bo mafên Kurdan bo xwe grîng dibîne divêt ji destpêkê ve ligel ya/yê ew dixwaze bizewice re bigihê lihevkirinekê. Dîsa jî misogeriya domandina jiyaneke bi aramî tune, jiber ku rewş û dem û kêşe bi rê ve û bi derbasbûna salan re dikarin bihên guhertin. Ez ê hemî pirsên din yên xwe bi zewacê ve peywendîgir dikin li derveyê naveroka vê gotarê bihêlim çimkî ew bi pirranî pirsên giştî ne, bo endamên hemî neteweyan. Heye ku pirsa xwe bi olê ve girê dide jî bo hinekan grîng be û divêt ew wê ber biryara zewacê çareser bikin. Dema mirov nû li hev rast dihên û ciwan in dikarin li hev bibin şîr û şekir, lê bi derbasbûna demê re, bi gihîştina zarokan re, û ger kêşeyên aborî bihên holê, şîr û şekirê dema ciwaniyê dikarin ji holê rabin. Bo domandina zewaceke bi aramî û evîndarî bikarhanîna mentiqê, adilmandîyê  û fîdakarîyê ji her du aliyan divên.

 

Pirsa 2yemîn:  Gelo ji bo te grîng e zarokên te bi kurdî biaxafin? Ewên ji bo wan gellekî grîng e ku zarokên wan bi kurdî biaxafin baştir e bi keseke/kesekî kurdîziman re bizewicin. Divêt were gotin ku li hinek şûnên danûstendina zarokên malbatekê bi yên malbatên dine kurdî re kêm be zindîhîştina kurdî li nik wan jî ne hêsan e, heta ger bav û day Kurd bin jî. Ez gellek malbatan dinasim, kurd û ne kurd, ku tê de bav û day bi zimanê makî bi zarokan re daxafin lê zarok bi zimanê welatê ew lê bersîvê didin. Lê ligel her tiştî jî, ji bo zindîhîştina zimên zewaca bi keseke/kesekî ku heman zimanî diaxafe re, bi dîtina min, baştir e.

Mixabin rastiya tahl weha raber dike ku nevîyên wan Kurdên bi salan berê ji Kurdistanê çûbûn der, yên li bajarên Rojhilatê Navîn jî di nav de, bi pirranî nema bi kurdî dizanin. Ger rewş weha bidomîne pirraniya nevîyên Kurdên îroj li derveyî herêmên kurdî dê bi kurdî nizanibin. Ger em bala xwe bidin welatekî wek DYA, em ê bibînin ku nevîyên koçberên di sedsalên par de ji Ewropa koç kiribûn, ew jî bi pirranî nema bi zimanên bapîran diaxafin. Jibo Kurdan, wekî em dizanin, zindîhîştina zimên ji komên din hîn dijwartir e. Ji bo guherandina vê encamê xebateke pisporî ya bi tevdêr, zanîn û piştgiriya aborî divên.

Pirsên weha grîng û dijwar (kompleks) pêdivî bi lêkolînên berfireh û berhemên dirêj hene. Hêvîdar im gotarê qe nebe piçk ronahî avêtibe ser vê mijara gellekî grîng û di heman demê de ne hêsan.

XELAT