Helbestên Luqman Mehmûd bi Swêdî
Nivîs: Dilşa Yûsûf-Swêd
Nûçeya berhevoka nû ya helbestan ya helbestvan û rexnegir Luqman Mehmûd bi sernava (Dûjeh) ku bi swêdî hatiye çapkirin, di serê bultena çandî ya eyaleta Sörmlandê li Siwêd hatiye weşandin.
Di bultenê de weha hatiye nivîsîn:
"Luqman Mahmûd bi zimanê swêdî, ji wergerandina Anna Jansson
Helbestvanê Kurd Luqman Mehmûd, ku li bajarê Eskilstuna ya ser bi eyaleta Sörmlandê dijî, li dîasporaya Kurd-Ereb gelekî bi nav û deng e.
Berhevoka wî ya helbestan a bi navê (Dojeh), ku Anna Jansson wergerandiye, niha bi zimanê swêdî berdeste. Pirtûk ji hêla weşanxana 49books li Swêd hatiye weşandin. Berhevok hilbijartineke helbestan e, ku nivîskar bi riya wê hêvî dike ku navneteweyî bib".
Di vê berhevoka helbestan ya wergerandî de, helbestvan di pêvajoya avakirina hunerî de xwe dispêre gelek hêmanan, ji hêmana sembolê dest pê dike û di çîrokên tije nîşanan re derbas dibe. Helbestvan mirov vedixwîne gotareke nepenî ku tê de rabirdû û îro, rastî û efsane bi hev ve girêdayî ne.
Lukman Mehmûd, nivîskar, helbestvan û rexnegirê edebiyatê ye. (1966) li Amûdê li Rojavayê Kurdistanê- Sûriye ji dayik bûye. Ew hemwelatiyê Swêdê ye. Yekemîn pirtûka wî di 1990 de hate weşandin ku dîwana helbestan (Şahiyên Xemgîn) e. Luqman bi kurdî û erebî dinivîse. Helbestên wî bi zimanên swêdî, kurdî, îngilîzî, almanî, ispanî, farisî û îtalî hatine wergerandin û di antolojiyên helbestê yên erebî, kurdî, swêdî, almanî û ispanî de derketine.
Hêjayî gotinê ye ku berhevoka helbestan ya nû ya Luqman Mahmûd( Dûjeh) ku yekememîn pirtûka wî ya bi zimanê swêdî ye, rêza 26 an digre di nav pirtûkên wî de.
Pirtûk ketiye nav sîstema pirtûkxanan û kirîn û firotina navxweyî û ya nêvdewletî li swêdî.
Ji bo lêgerîn û kirîna vê pirtûkê hûn dikarin bi riya numerya wê ya navneteweyî bi destbixin:
ISBN: 978-91-89941-37-3


XELAT
