Li Efrînê jinên ereb zeytûna talan dikin

Li Efrînê jinên ereb zeytûna talan dikin

Li Efrînê dîsan berhemên zeytûnan hatin talan kirin û dizîn û bi roj û li ber çavên xwediyên zeytûnan û bi aşkireyî berheman didizin û gefan jî li xwediyên zeytûnan dikin.

Li bajaroka Reco û Şeran û gundwarên derdora wan herdu bajarokên kurdî, gelek bêzar û bê hal bûne, ji ber ku jinên erebên hewerde ku ji Efrînê derketibûn, careke din bi awayekî ne asayî hatine herêma Efrîna Kurdistanê û dest bi dizîn û talankirina berhemên zeytûn û henarên kurdan kirine. Rewşa gelê kurd her diçe ber bi aloziyan ve diçe û jinên ereban tevilheviyeke bê sînor di nava baxên zeytûnan û henaran de çêkirine û hikûmeta Sûrî jî bêdenge.

Her weha mijareke din jî dane pêş ku her kesên ku ne li gund û bajarokên xwe bin, wê milk û zeytûnên wan bikeve jêr desthelatiya mekteba Aborî yê ku ji aliyê hikumeta Sûrî a demkî ve hatiye damezrandin ku bi yasayî dest didin ser milk û baxên zeytûnên Kurdan.

Xelat